Şêx Şamo: Li gorî rêkeftinê, dê alaya Kurdistanê jî li Şingalê were bilindkirin
Şîretkarê serokê hikûmetê di karûbarên êzîdiyan de, Şêx Şamo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê, nabe ti hêzek xwe bi ser Şingalê de bisepîne. Ji xwe rêkeftin jî bo xebat û rêveberiya hevbeş ya her du hikûmetan e.
Şêx Şamo her wiha gotiye, di çarçoveya rêkeftinê de li kêleka alaya Iraqê alaya Kurdistanê jî dê were bilindkirin.
Basnews
