Fermandeyekî PKKê ji Rojava reviya û teslîmî Tirkiyê bû!
Duhî çend çavkaniyên kurdî li Sûriyê dan zanîn, fermandeyekî YPGê û pasewanê wî, ku li derdora bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bûn, reviyan Tirkiyê û teslîmî dewletê bûn.
Wan çavkaniyan her wiha ragihandin, ew fermandeyê YPGê û pasewanî wî kurdên Bakûrê Kurdistanê ne û ji Qendîlê û ji nav PKKê derbasî Rojava bibûn.
Li gorî agahiyan, dema ew her du çekdarên PKKê reviyabûn, çekdarên din ew dabûn ber guleyan lê wan karîbûn xwe rizgar bikin.
Meha Gulana îsal jî, berpirsekî darayî yê YPGê ku xwatibû bireve Tirkiyê, ji aliyê çekdarên YPGê ve hatibû kuştin. Ji xwe berdevkê HSDê Telal Silo jî beriya niha teslîmî Tirkiyê bibû.
Basnews
