• Friday, 06 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 173 kesên din bi Coronayê ketin

Gulan Media October 25, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 173 kesên din bi Coronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihand ku, 173 bi coronayê ketine û 3 kesan jî canê xwe jidest dane.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê Ciwan Mistafa, di derbarê amarên nû de, dazanîn ku, kesên ku canê xwe jidest dane 2 zilamên ji Qamişlo û Dêrîkê ne û jinek ji Hesekê ye.

Mistafa herwiha diyar kir, pêketiyên nû, 90 kes jê mêr in û 83 jî jin in, û bi giştî pêktî 23 jê li Hesekê, 36 li Qamişlo, 39 li Dêrîkê, 12 li Girkê Legê, 7 li Amûdê, 8 li Dirbêsiyê, 3 li Çilaxayê, 5 li Kobanê, 36 li Tabqayê, 2 li Dêrezorê, 1 li Reqeyê û 1 jî li Şehbayê ye.

Mistafa amaje bi wê yekê jî kir ku, 7 pêketiyên berê jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, heta niha li Rojavayê Kurdistanê, li navçeyên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de, 3 hezar û 798 kes bi Coronayê ketine û ji wê hêjmarê 112 kesan canê xwe jidest dane û 672 kes jî ji wê vîrosê başbûne.

Rudaw
Top