Efxanistanê kuştina kesê duyem ê El Qaîdê ragihand
Rêveberiya Asayişa Giştî ya Efxanistanê aşkere kir, hêzên wan di operasyoneke taybet de li herêma Gezne, Ebu Muhsîn Misrî kuşt ku tê gotin, kesê duyem e di nav serkirdayetiya El Qaîde de.
Ew serkirdeyê Qaîdê li Amerîkayê tohmetbar e `bi piştgiriya darayî û ciyawaz bo rêxistinên terorîst ên biyanî û plandariştin bo kuştina Amerîkiyan.`
Ofîsa Lêkolînan a Federalî ya Amerîkayê (FBI) aşkere kir, navê wî kesî yê rasteqîn, Husam Ebdulreuf e û bi regez Misrî ye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê meha derbasbûyî ragihandibû, hê jî kêmtir ji 200 çalakvan û serkirdeyên Qaîde li Efxanistanê mane.
Vê mehê 19 sal bi ser êrişa Amerîkayê ya bo ser Efxanistanê derbas dibe ku piştî êrişên 11ê Îlona 2001 li Amerîkayê, da destpêkirin û dawî bi desthilata Tevgera Talîbanê anî li wî welatî.
Amerîkayê piştî rêkeftina dîrokî ya li gel Talîbanê di Sibata derbasbûyî de, hêdî hêdî dest bi vekişîna ji Efxanistanê kiriye.
Herwiha proseya danûstandinên aştiyê di navbera Talîban û hikûmeta Efxanistanê de li Dohaya paytexta Qeterê dest pê kiriye.
Tevî danûstandinên aştiyê yên di navbera herdu aliyan de, hikûmeta Efxanistanê duh kuştina 32 serbazên artêşa wî welatî di êrişên çekdarên Talîbanê li navçeyên ciyawaz, ragihand.
Rudaw
