• Friday, 06 February 2026
logo

Çîn, Şarezahî û teknolojiya xwe tîne Kurdistanê!

Gulan Media October 25, 2020 Nûçe
Çîn, Şarezahî û teknolojiya xwe tîne Kurdistanê!
(Komara gel a Çînê) bi bûhayê 5 milyar dolaran hilberînê li Herêma Kurdistanê dike.

Nûnerên rêveberiya Çînê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîn da ku hilberînên piralî pêk bînin.

Serokê Liqa Hewlêrê ya Desteya Hilberînê Saman Ereb ji bo Kurdistan24'ê dibêje, "Ev proje bi bûhayê 5 milyar dolaran in. Bi giştî dê kar li şarê Hewlêrê pêk werin. Herî kêm 5 hezar kes dê wekî karmend têde bixebitin."


Wêne: Serokê Liqa Hewlêrê ya Desteya Hilberînê Saman Ereb behsa projeyên Çînê yên li Herêma Kurdistanê kir.

Projeyên ku Çîn dixwaze pêk bînin gelek in. Hinek ji wan werziş (spor), niçtecihbûn û geştiyarî ne. Çînê pêşniyar û teklîfên xwe amadekirine. Rêkeftin li ser van projeyan hatiye kirin.

Niha dem tê diyarkirin û yekser dê dest bi karê xwe bikin.

Serokê Liqa Hewlêrê ya Desteya Hilberînê dibêje, "Çîn şarezahî û teknolojiya xwe tîne Herêma Kurdistanê. Piştî wergirtina teklîfan li gor yasaya veberhênan û hilberînê em ê pêşkêşî şaredariya Hewlêrê bikin. Şaredarî ji ji bo terxankirina zevî û erdan amade ye. Çîn dê bi xwe pareyên pêwîst bîne û ji bo destpêkirinê ji Herêma Kurdistanê pareyan wernagire."

K24
Top