Pênc welatên din ên erebî piştî Sudanê peyvendiyên li gel Îsraîlê dê asayî bikin
Duh êvari 23.10.2020ê serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê peyvendî li gel serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu û serokwezîrê Sudanê Ebdula Hemedok pêkanî.
Di wê peyvendiyê de serokwezîrê Îsraîlê û Sudanê rêkeftin li ser destpê kirina peyvendiyên navbera Tel Avîv û Xertûmê.
Donald Trump piştî rêkeftinê ragehand, 5 welatên din ên erebî ku Erebistana Siûdî jî yek ji wan welatane wek Îmarat, Behrên û Sudanê peyvendiyên xwe dê li gel Îsraîlê asayî bikin.
Heta naha welatên Misir, Urdin, Îmarat, Behrên û Sudanê peyvendiyên xwe li gel Îsraîlê asayê kirine.
Berî naha 15.09.2020ê li Washington a paytexta Amerîkayê û bi çavdêriya serokê Amerîkayê Donald Trump ve wezîrê derve yê Îmaratê Ebdula Bin Zayd û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu rêkeftina aştiyê îmza kirin.
Her heman merasîmê de Benjamîn Netenyahu û wezîrê derve yê Behrênê Ebdulletîf Zeyanî jî rêkeftina ragehandina aştiyê di navbera herdu welatan de îmza kirin.
Basnews
