• Friday, 06 February 2026
logo

Dezgeha Amerîkî ya MECRA: Divê Hewlêr wek hevpeymaneka bihêz ya Amerîka bimîne

Gulan Media October 24, 2020 Nûçe
Dezgeha Amerîkî ya MECRA: Divê Hewlêr wek hevpeymaneka bihêz ya Amerîka bimîne
Dezgeheka medyayî ya Amerîka daxwaz ji hikûmeta Amerîka dike di warê ewlehî û îstixbaratê de hemahengiyeka zêdetir bi Herêma Kurdistanê re bike da ku Hewlêr wek hevpeymaneka bihêz ya Amerîka bimîne.

Televîzyona erebî ya Al Hurra, ku girêdayî wezareta derve ya Amerîka ye, raportek li ser şiroveyeka berpirsê “Navenda Rojhilata Navîn bo Raport û Analîzê” (MECRA), Seth Frantzman belav kiriye.

Li gorî wê raportê, Frantzman gotiye, eger milîsên Iraqî ji tirsa bertek û bersiva Amerîka, êrişên xwe li ser hêzên Amerîkî bidin sekinandin, dê hevbeş û hevpeymanên Amerîka bi taybet kurdan bikin armanc da ku fişarê bixin ser Amerîka û neçar bikin da ku ji Iraqê vekişe.

Di raportê de behsa êrişa hefteya borî ya li dijî baregeha liqa 5 ya PDKê li Bexdayê hatiye kirin û hatiye gotin ku komek alîgirên Heşda Şeibî li ber çavên hêzên polîs êrişî baregehê kirin û şewitandin. Her wiha şeva 30 Îlona îsal, êrişî çend cihên derdora firokexaneya Hewlêrê hat kirin. Wê êrişê jî davêjin stûyê milîsên Heşda Şeibî.

Bi gotina Frantzman, di heyama çend salên borî de milîsên Heşda Şeibî li nav dewleta Iraqê de bûne dewletek bi serê xwe. Ji ber ku xwedan rêbendên kontrolê û baregeh û pegehên xwe yên taybet in.

Berpirsê dezgeha MECRA daye xuyakirin ku hikûmeta Trump di sekinandina wan êrişan de serketî bûye. Ew ditirsin eger ziyanek mezin bigehînin hêzên Amerîkî rastî bersiva tund ya Trump bên.

Di raportê de hatiye gotin ku ji ber ku fişar û tirsa Amerîka, ew hêza Heşda Şeibî ya ku bi mûşekan êrişî hêzên Amerîkî û herî dawî jî Hewlêrê dikirin, ji wan deverên ku lê bicîh bibûn, vekişiyan.

Wî pisporê Rojhilata Navîn bang li Amerîka kiriye, berdewam be li ser givaştina Heşda Şeibî û ragihandiye, divê Amerîka di warê ewlehî û îstixbaratê de hemahengî û hevkariyek zêdetir bi Herêma Kurdistanê re bike da ku Hewlêr wek hevpeymaneka bihêz ya Amerîka li Rojhilata Navîn bimîne.

Basnews
Top