• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlamentera berê ya Kurd koça dawî kir

Gulan Media October 24, 2020 Nûçe
Parlamentera berê ya Kurd koça dawî kir
Parlamentera berê ya kurd li Parlamentoya Iraqê Pîroz Kakeziyan koça dawî kir û îro li Koye hate veşartin.

Îro 24.10.2020ê çavkaniyekî nêzîk li malbata wê parlamentera berê ji BasNewsê re ragehand, kesayeta akademîsyen û endama berê ya encûmena nûnerên Iraqê Pîroz Kakeziyad Heme Axa Koye ji ber nexwaşiyê koça dawiyê kiriye.

Heman çavkaniyê got, berî demekî li Brîtanya emeliyatek pêkanîbû û piştre rewşa tenduristiya wê ber bi xirabtirbûnê ve çû. Herî dawiyê duh 23.10.2020ê li mala xwe ya li Hewlêrê koça dawî kir û îro li Koye bi axê hat spartin ango hate veşartin.

Pîroz Kakeziyad, hem siyasetmedar bû, herwaha bijîşka jinan bû ê bi salan di sektora tenduristiyê de xizmet kir.

Basnews
Top