Ebdulxaliq Telet: Dest bi cîhbicîh kirina rêkeftina navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê dê bê kirin
Îro 24.10.2020ê nûnerê herdu wezaretên navxwe û Pêşmerge li odeya operasyonên Bexda Lîwa Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di çend rojên pêş de lijneya hemahengiya di navbera wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê dê bê ava kirin, piştî ava kirina lijneyan jî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dê bikeve warê cîhbicîh kirinê.’’
Amaje bi wê yekê jî kir ku ew rêkeftin giringe hem bo Iraqê û hem bo Herêma Kurdistanê, bo ku ew valatiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê heye bê tejî kirin, bi taybet jî li hember metirsiya DAIŞê.
Herwaha got: ‘’Berdewam îsal êrîşên DAIŞê li sînorê Xaneqîn, Diyale û cîhên din hebûne. Sedem jî nebûna hemahengiyê bûye, ji ber eger hemahengî heba DAIŞ hinde li wan navçeyan bihêz nedibû.’’
Dawiyê de jî got, ew rêkeftin qonax bi qonax li sînorê Diyale, Kerkûk, Mûsil û Mexmûr û Guwêr û navçeyên Kurdistanê bi giştî dê bê bicîhanîn.
Basnews
