Mezlûm Ebdî ji Forigen Policy re axivî: Rûsya naxwaze em û rêjîma Sûriyê li hev werin!
Fermandeyê giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî ji kovara Amerîkî ya Foreigen Policy re gotiye, Rûsya dixwaze bi avakirina baregehan, cihê piyê xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê qahîm bike lê ewê nekaribe di vî warî de serkeftî be.
Mezlûm Ebdî, aloziyên li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê rojhilatê Sûriyê avêtiye stûyê Rûsyayê û gotiye, Rûsya wisa nîşan dide ku dixwaze wan û rêjîma Sûriyê li hev bîne lê di rastiyê de tiştekî wisa naxwaze!
Fermandeyê giştî yê HSDê daye xuyakirin ku ew hêza herî xurt in li herêmê û gotiye, ew dixwazin bibin beşek ji artêşa Sûriya pêşerojê, ne ya niha.
Basnews
