• Saturday, 07 February 2026
logo

Polîsan avêt ser avahiyên HDPê yên li Amed û Yenîşehîrê

Gulan Media October 22, 2020 Nûçe
Polîsan avêt ser avahiyên HDPê yên li Amed û Yenîşehîrê
Hêzên polîs ên Tirkiyê îro avêtin ser avahiyên HDPê yê li bajarê Amedê û li navçeya Yenîşehîr a ser bi Amedê ve û li hundirê avahiyê dest bi lêgerînê kirine.

Li gor agahiyên destpêkê, Hevserokên HDPê yên Yenîşehîra Amedê di serdagirtinê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li gor agahiyan, operasyona biserdegirtinê bi hinceta ku 2 ciwanên HDP'ê li Fîskayayê posterên Ocalan daliqandine û ew poster jî li avahiya HDPê hatine amadekirin, hatiye encamdan.

Lê hêj ne ji aliyê polîs ve û ne jî ji aliyê HDPê ve têkildarî operasyonê ti daxuyaniyên fermî nehatine dan.

Ev yek di demekê de ye, ku her îro ji bo rakirina parêzbendiya 11 parlamenterên HDPê, dosye hatine amadekirin û ew dosye ji bo parlamentoya Tirkiyê hatine şandin.

Di wan demên dawî de, HDP di bin fişareke mezin a hikûmeta Tirkiyê de ye. Hevserokê berê yên HDPê, Selahattin Demirtaş tevî çend parlamenterên wê partiyê jî girtî ne û li zîndanên Tirkiyê ne.

Rudaw
Top