Mesrûr Barzanî: 42 projeyên girîng destpê kirine
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje em berdewamin li ser xizmet kirinê.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê li twitterê peyamek belav kiriye û nivîsandiye; Bi mebesta xizmet kirina welatiyan û avedan kirina welat, 42 projeyên girîng yên steratejîkî ketine meriyetê û têçûya tevahiya wan projeyan 332 miliyon dolare.
Serokwezîr eşkere kiriye ku beşeke zêde ya wan projeyan taybetên bi bînasazî û nîştecîhkirinê.
Serokwezîr herwiha behsa Koronayê kiriye û gotiye nabe jiber pêbend nebûna xwe bi şîretên tendirostî destkeftiyên xwe yên di warê rûbirû bûna Koronayê de bixin metirsiyê û lazime em hemû pêbendî şîretên tendirostiyê bin.
