Gelo kurdên bakur zêdetir piştgiriya Trump an Biden dikin?
Çavdêrên siyasî û welatiyên li bakûrê Kurdistanê, balê dikşînin ku Amerîka zilhêzek cîhanê ye û encamên hilbijartinên ku li Amerîka tê kirin jî li Kurdan û heremê jî diyarker e. Dîsa balê dikşînin ku mafên Kurdan di serdema Trump de nehatine parastin û ew xwe zêdetir nêzîkî Joe Biden dibinin.
Çavdêrê siyasî Îbrahîm Guçlu balê kişand ku dewletên wek Amerîka li gor berjewendiyên xwe tevdigerin û rexne li helwesta Amerîka û welatên Ewrûpayê kir ku piştgriya referandûm û encamên referandûma serxwebûna Kudistanê nekribûn û anî ziman ku zêdetirên Kurdan piştgiriya Joe Biden dikin, lê Kurd jî êdî bi şik û guman wan piştgiriyên xwe radigihînin.
Çavdêrê siyasî Îbrahîm Guçlu ji K24ê re got: "Li bakurê Kurdistanê jî helwestên têkilhev hene, lê bi taybet piştî daxuyaniyên Joe Biden ku behsa mafên Kurdan yên rewa kir û got ji bo aşitiya Rojhilata Navîn pêk bê, divê Kurd bibin dewlet, meyila Kurdan jî li ser Biden çêbû. Wexta ku kurdên li Ewrûpa û hemû beşên Kurdistanê dişopînim ez vê meylê dibinim."
Welatî jî bale dikşînin ku Amerikayê di serdema Trump de, hem di dagirkirina Kerkukê de, hem jî li rojavayê Kurdistanê Kurdan tene hişytiye loma jî, ew xwe nêzîkî Biden dibînin.
Welatî Yûsûf Başkan: "Dema ez daxuyaniyên dawî yên herdû namzetan yên li ser Kurdan, berçav digirim, daxuayniyên Joe Biden yên piştgiriya Kurdan, li Diyarbekirê bi dilgermî hat pêşwazî kirin û peyamên Biden hem dilsoztir hem jî aşkeretir in. Loma jî em piştgiriya wî dikin. Lê divê her di bîra me de be ku Kurd di hilbijartinan de, her wek amûr tên bikaranîn."
Welatî Mehmet Şîrîn Erdem: "Dema ku Donald Trum nebûbû serok, digot ezê piştgiriyaa Kurdan bikin da ku azad bibin. Piştî ku hat ser Emerîkayê, Kurd di erdê de kir xwarê, xwe ji ber me da alî û Tirkiyeyê û Rusya cîh û warên Kurdan wergirtin û Kurdan koçber kirin ku niha jî gişt ji wan di kampan de bê xwedî ne. Divê ewil em li xwe xwedî derkebin yan na kes jî li me xwedî nîn e. Belkî yê nû ji Trump çêtir be, me ji Trump bawer kir em xelet derketin, em niha jî bi Biden bawer dikin, hêvîdarim wisa be."
Welatî Sadiq: "Trump êdî tê zanîn û xwe xuya kir, Ez dibêjim Joe Biden dê ji bo me û welatê me dê çêtir bibe. Ez dibêjim ku Trump biçe dê baştir bibe û hêvîdarim yê nû baş be."
Çavdêrên siyasî û welatiyên li bakûrê Kurdistanê, tînin ziman ku di hilbijartinên berê de, wan piştgiriya Trump dikir, lê ji ber helwesta Trump û Emerîka di êrişên li ser rojavayê Kurdistanêde û bi taybet jî, helwesta li hember referandûma serxwebûna Kurdistanê hatiye nişan dan, baweriyan wan ji Trump şikandiye.
K24
