Careke din li Herêma Kurdistanê hejmareke mezin bi Koronayê ketin
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, careke din hejmareke mezin ya pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin.
Diyar kir jî, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 308 kes bi Koronayê ketin û 17 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê amarên giştî yên vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê aşkere kirin ku wiha ne:
Pêketin: 66131
Mirin: 2243
Başbûn: 38807
Çend roj in li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Korona li roj bi roj zêde dibe. Derbarê wê rewşê de, îro Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiya Cihanê civiyabûn.
K24
