• Friday, 06 February 2026
logo

Li Ormiyê di rojekê de 34 kes bi Koronayê mirin

Gulan Media October 21, 2020 Nûçe
Li Ormiyê di rojekê de 34 kes bi Koronayê mirin
Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di rojekê de 34 kes bi Koronayê mirin.

Li gorî amarên fermî yên Koronayê, ku ji aliyê wezareta tenduristiya Îranê ve hatine belavkirin, duhî li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 34 kes bi Koronayê mirin.

Li gorî amarên han, ji wan kesan 18 kes li Ormiyê ne, 4 li Bokanê, 3 li Selmasê, 2 li Serdeştê, 1 kes li Şino, 1 kes li Mîyandav, 1 kes li Nexede û kesek jî li Makû.

Bi giştî li parêzgeha Ormiyê, rewşa 70 nexweşên Koronayê jî gelekî xirab e.

Duhî li seranserî Îranê, 322 kes bi Koronayê mirin.

Basnews
Top