Dewleta Yasa daxuyaniyek derbarê namzedbûn û nebûna Malikî de da
Malpera Sumeriye News bi zimanê çavkaniyeke Dewleta Yasa ve derbarê gotegotên namzednebûna serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî de belav kir.
Duh 20.10.2020 di torên civakî û çend medyayekî Iraqê gotegota wê yekê belav kirin ku, Nûrî Malikî niyeta wî tine di helbijartinên pêşwext ên ku biryara roja 06.06.2021ê pêkbên de bibe namzed.
Çavkaniya ji Dewleta Yasa ew gotegot red kirin û ragehand, Malikî dê bibe namzed û serokatiya Hevpeymaniya Dewleta Yasa dê bike.
Nûrî Malikî yek ji siyasetmedar û rêveberê payebilind ê Iraqê ye û du deman li ser hev serokatiya hikûmeta Iraqê kir. (2006 heta 2014)
Basnews
