Rojhilat – Pasdaran kolberekî kurd kuştin û termê wî jî firotin malbata wî!
Çavkaniyên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, roja 18 vê mehê li devera Çaldiran ya parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê kolberekî kurd li ser sînorê dan ber guleyan û kuştin.
Li gorî agahiyan, pasdaran termê 2 milyon tûmen ji malbata wî kolberî standin paşê termê wî dan malbatê!
Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Emîn Şems (27 salî) û xelkê gundê Kişmiştepe yê bajarê Makûyê bû. Du zarokên wî hebûn.
Basnews
