Şandeke Amerîkî serdana wezareta pêşmerge kir
Li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.
Îro li Hewlêrê şandeke nivîsîngeha hemahengiya ewlekarî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê serdana wezareta pêşmerge kir û li gel rayedarên wezaretê civiya.
Di civînê de her du aliyan behsa amadekariyên bo dabş kirina hevkariyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge kirin û tekez li ser wê yekê kirine ku lazime hevkariyên han yên ku bo du lîwayên wezareta pêşmerge ne, li gor pilana ku beriya niha hatiye amadekirin werin dabeşkirin.
