Ji Parlamentoya Ewropayê nameya Rojavayê Kurdistanê
Binpêkirinên mafên mirovî yên ji aliyê Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, di rojeva Parlamentoya Ewropayê de ye.
Ji Parlamenta Ewropayê, Endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê François Alfonsi, Andreas Schieder, Nikolaj Villûmsen jî di nav de 68 parlamenteran, nameyek ji serokê parlamentoyê David Sassoli re şandin û têde daxwaz dikin ku binpeêkirnên li Rojavayê Kurdistanê ji aiyê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê hatine encamdan li cihê xwe bêne lêkolînkirin.
Ew parlamenter di vê çarçoveyê de bang li David Sassoli dikin ku li wan herêmên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê û çekdarê girêdayî wê de, ji bo tespîtkirina binpêkirinên hatine kirin, şandeke taybet ji parlamenteran bi serokatiya Parlamenta Ewropayê ava bike û bo herêmê bişîne.
Parlamenterên navborî diyar dikin ku ew rapora 14ê Tebaxa 2020an rapora Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Ereb a Sûriyeyê girîng dibînin û dibêjin ew rapor îspat dike ku ji aliyên grûpên girêdayî Tirkiyê ve li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê binpêkirinên mafên mirovî hatine encamdan.
Di nameyê de amaje bi wê yekê tê kirin ku piraniya qurbaniyên binpêkirinan Kurd din û tê gotin: “Qurbaniyên binpêkirinan ji destdirêjiya seksê heta revandina mirovan û kuştina bêdaraz û ji gelek kiryarên din giliyan dikin.”
Parlamenter herwiha ew daxwazin ku desthilatdariya Tirkiyê peywendiyên weke polîtîk, aborî û leşkerî û piştgiriya xwe ji bo van grûpên ku mafên mirovan binpê dikin, qut bike û dibêjin: “Em bang dikin ku artêşa Tirk û komên ser bi wê ve dawî li dagirkeriya li Bakurê Sûriyeyê bînin û ji wê herêmê vekişin.”
Rudaw
