Hevserokê berê yê HDPê yê Elbakê bi coronayê mir
Hevserokê berê yê HDPê yê Elbaka parêzgeha Wanê, Saît Teymur, li nexweşxaneya Perwedê û Lêkolînê ya Wanê ku ji ber nexweşiya vîrusa Coronayê dihat dermankirin, canê xwe jidest da.
Teymur çalakvanekî siyasî yê çalak bû û salên dirêj di nav karên rêveberiyên partiyên weke HDP, DHP, DTP û DBPê de cih girtiye.
Li gor zanyariyên termê Teymûr dê li taxa Heretîs ya girêdayî navçeya Elbakê bê axê were spartin.
Rudaw
