• Friday, 06 February 2026
logo

Merkel di civîna li gel Kazimî de rewşa Şingalê û Kurdên Êzidî anî rojevê

Gulan Media October 21, 2020 Nûçe
Merkel di civîna li gel Kazimî de rewşa Şingalê û Kurdên Êzidî anî rojevê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re di duyemîn wêstgeha geşta xwe ya bo Ewropayê de, serdana Almanyayê kir û ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ve hat pêşwazîkirin. Ji bilî gotûbûjkirina peywediyên du alî û mijarên têkildarî herdu welatan, Angela Merkel di civînê de bi giringî ve behsa rewşa Şingalê û Kurdên Êzidî kiriye.

Serokwezîrê Iraqê û Şêwirmenda Almanyayê bo dema demjimêrek û nîvê li gel civiyan û mijarên têkildarî herdu welatan gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên ku di wê serdanê de li gel Mistefa Kazimî ye, ji Rûdawê re ragihand, di civîna li gel Merkel de, ji bilî peywendiyên Iraq û Almanyayê û mijarên girêdayî herdu aliyan, gotûbêj li ser rewşa Kurdên Êzdî û rewşa Şingalê jî hat kirin.

Fuad Husên got: “Têkildarî meseleya Şingalê, hem Macron û hem Merkel behsa wê yekê kirin û gelek bi giringî ve behsa rêkeftina navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê Şingalê de kirin. Xuya ye ku Şingal bûye remzek, lê giringiya Şingalê jî aşkere ye, ku peywendî heye bi welatên derdorê jî. Herdu alî jî, wate Berlîn û Parîs pêşwazî li wê rêkeftinê kirin û destxweşî li serokwezîr kirin, ji ber wê rêkeftinê, hêvî jî kirin ku bê cîbicîkirin û ew jî piştgiriya vê meseleyê dikin.”

Geşta Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bo Ewropayê di demekê de ye, ku krîza darayî li Iraqê gelek berfireh bûye û nêzîk e ku krîzeke siyasî ya nû jî li wî welatî çê bibe.

Gefa daxistina Balyozxaneya Amerîkayê û hevpeymanên wê li Bexdayê, dilgiraniyeke din a hikûmeta Iraqê ye, ku Kazimî hêvî dike Fransa, Almanya û Brîtanya di wê rewşa niha ya dijwar de alîkariya wî û Bexdayê bikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên têkildarî vê mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Behsa wê yekê hat kirin, eger Amerîka ji Iraqê vekişe, dê bandora wê çi be. Li gel Fransa û Almanyayê hat behskirin, lê em hêvîdar in ku neyê cîbicîkirin û ewropî jî hêvî dikin ku ew biryar neyê cîbicîkirin.”

Pirsgirêkeke mezin ku Serokwezîrê Iraqê pê re rûbirûbû ye, ew e ku Yekîtiya Ewropayê navê hin baskên Heşda Şeibî xistiye di nava lîsteya xwe ya terorê de, herwiha navên hinek bankên Iraqê jî di lîsteya reş a wê yekîtiyê de maye.

Serokê Banka Navendî ya Iraqê, Mistefa Xalib Muxîf ji Rûdawê re ragihand: “Armanca Banka Navendî hewldan e ji bo wê yekê ku Iraq ji lîsteya qedexeya muameleya ewropî bê derxistin.”

Piştî serdana Almanyayê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ber bi Brîtanya ve birêket û biryar e roja Çarşemê 21ê Cotmehê li gel Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson hevdîtinê bike.

Her li Brîtanya, Kazimî dê li gel çend kompaniyên berhemanînê yên wî welatî jî bicive. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî jî weke nûnerê Herêma Kurdistanê di wan civînan de beşdar dibe.

Rudaw
Top