Konsula Japonya li Hewlêrê: Zimanê Kurdî pir nerm û xweş e
Japonya welatekî giravî ye li rojhilatê Asyayê. Di pileya yazde ya qerebalixtirîn welatên dinyayê de ye û kultûreke wê ya dewlemend heye.
125 milyon û nehsed û sî hezar kes lê dijîn. Yek ji wan Nagayama Yoshiko ye, ku niha konsula giştî ya welatê xwe li Hewlêrê ye.
Berê li çend welatên erebî kar kiriye û xwendiye. Her çiqasî naxwaze temenê xwe bêje, lê em ê vê konsula nû bi we bidin naskirin.
Li ser pirsa tu çend salî yê Nagayama Yoshiko got: “Bila nihênî be. Ne xweş e ez temenê xwe bêjim. Bila xelk bi xwe hejmarekê bêjin. Min demeke dirêj li Wezareta Derve xizmet kir. Lê posta yekem ku min wergirt, balyozxaneya Japonya li Ebûzebî bû. Paşê ez çûm Qahîre li Misrê. Piştre vegeriyam bingeha sereke ya wezaretê li Tokyo û min demeke dirêj li wir xizmet kir. Paşê ez wek konsula giştî hatim vir.
Nagayama Yoshiko da zanîn ku ji ber coronayê derfeta wê zêde ji bo geştên li Hewlêrê çênebûye û got: “Niha rewş hinekî zehmet e, ji ber tedbîrên ku hebûn. Erê ez hinekî çûm li derdora kelehê geriyam, min bilez li kelehê nerî, bazar û geşteke kurt.
Yoshiko da zanî ku Gava wek konsula giştî ya Hewlêrê hate destnîşan kirim, pir kêfxweş bûye û wiha pê de çû: “Ez pir ditirsiyam jî. Berpirsiyariyeke mezin e tu bibî konsula giştî li vir. Min karûbarên Rojhilata Navîn li zanîngehê xwendiye, ez zimanê erebî jî dizanim, taybetmendiya min beşê karûbarên Rojhilata Navîn û navçeyê ye di xwendina min de. Beşekî wê jî mijara Kurdistanê bû. Ez hinek tiştan li ser Kurdistanê fêr bûm, lê bêguman ez dixwazim dema ez li vir bim bêtir li ser vî welatî fêr bim.”
Yoshiko anî ziman ku ew gelek dixwaze fêrî Kurdî bibe û got: “Gava guhê min li xelkê dibe bi kurdî diaxivin, pir nerm û xweş e.”
Ji bilî karê dîplomatî û ciddî, konsula Japonya miroveke behremend e û her ji temenê sê salî ve piyano dijene. Ew wiha behsa wê taybetmendiya xwe dike: “Ev behreya min vedigere dayika min. Dema ez di zaroktiyê de digriyam, herdem ez didanîm ser kursiyê piyano û min dest bi jenînê dikir, min girî ji bîr dikir. Dayika min hest kir ku ez dixwazim piyano bijenim. Min wisa dest pê kir. Bi giştî xweştirîn tişt li ba min muzîk e. Guhdarîkirina muzîkê û jenîna wê meraqa min e. Ez ji hemû cureyên muzîkê hez dikim. Pêşî gava min dest bi piyano kir, bi muzîka klasîk bû.
Gîtar û piyano, herwiha amûreke taybet a japonî jî heye, koto. Têlên koto dirêj in, 13 têl li ser textê wê ne ku jê re dibêjin sakura. Amûreke kultûrî ya Japonya ye, ez pi rbaş dijenim.”
Xatûn Yoshiko ji ber korona niha nikare çalakiyên xwe wek konsul encam bide. Lê planên wê yên mezin hene, bi taybetî ji bo bihêzkirina pêwendiyên herdu welatan.
Derbarê planên xwe de jî Nagayama Yoshiko got: “Pêşî ji bo min ji her tiştî giringtir, bihêzkirina pêwendiyên Japonya û Herêma Kurdistanê, herwiha Iraqê bi giştî ye. Niha jî pêwendî baş in, lê ez dixwazim wan bihêztir bikim. Pêwendiyên Japonya û Rojhilata Navîn. Erê hikûmeta Japonya hevkariya geşedana navçeyê dike, di nav de jî Herêma Kurdistan û Iraqê. Herwiha welatên cînar. Pêdiviyên seretayî pir giring in, wek nimûne av, elektrîk û derfetên kar. Herwiha tiştekî giring ê din nasandina kultûr û civaka Japonya ye. Wek te jî behs kir teknolojî jî bêguman. Ango em hem Japonya bi vir didin naskirin û hem jî dixwazin derbarê Kurdistanê fêr bibin.”
Li Japonya, jin bi cilên xweşik, giringîdana bi cilûbergan, pakî û paqijiya xwe tên naskirin. Çi cilên modern yan yên folklorî bin. Nagayama çend nimûneyan ji cilên japonî nîşanî dide û dibêje: “Ev hinek ji cilûbergên me yên kultûrî ne. Ez dixwazim bi bidim nasîn. Em ji vî re dibêjin hapî, bêtir di festîvalan de tê lixwekirin. Kîmona jî cîlên taybet ên jinan in bo havînê.”
Konsula Giştî ya Welatê Japonyayê, dibêje: “Dema ez diçim her welatekî, ji hemûyî xweştir û ciwantir tevlîhevbûna wan kultûran e. Bifikire xwarin çiqas xweş e dema tevlîhev dibe û çêjeke bêtir dide te.”
Rudaw
