• Friday, 06 February 2026
logo

Başûrê Kurdistanê: 2,500 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi Coronayê ketine

Gulan Media October 21, 2020 Nûçe
Başûrê Kurdistanê: 2,500 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi Coronayê ketine
Berdevkê Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê dibêje, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2,500 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi Coronayê ketine.

Berdevkê Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê ragihand, nêzîkî 2 hezar û 500 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi vîrusa Coronayê ketine.

Dr. Aso Hewêzî ji Rûdawê re got: “Di nav pizîşk, karmendên tendirustî, fermanberên ser bi Wezareta Tendirustî ve û xwebexşan de rêjeya kesên bi Coronayê dikevin zêde dibe û heta niha nêzîkî 2,500 kes bi Coronayê ketine ku zêdeyî 1,100 kes li Hewlêrê, 750 li Silêmaniyê, 580 li Duhokê û 15 kes jî li Helebceyê ne.”

Hewêzî amaje bi wê yekê jî kir, ku eger welatî xwe neparêzin, di payîz û zivistanê de pêketin û mirina bi COVID-19 gelekî zêdetir dibe û di ti nexweşxaneyeke hikûmî û taybet de cih bo nexweşan namîne.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ku Sêşemê 20ê Cotmeha 2020ê belav kiriye, di 24 demjimêran de 1,010 kesên din bi Coronayê ketine û 24 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top