Mesrûr Barzanî serxweşiyê li Ebdilxaliq Babîrî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, serxweşî li endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ebdilxaliq Babîrî kir, ji bo koça dawiyê ya bavê wî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ligel malbata wî nîşan da û hêvî xwast, xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê jî bide malbata wan.
