• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî di sêyemîn salvegera şerê Pirdê de peyamek belav kir

Gulan Media October 20, 2020 Nûçe
Serok Barzanî di sêyemîn salvegera şerê Pirdê de peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta sêyemîn salvegera şerê Pirdê peyamek belav kir.

Serok Barzanî bi helkefta mêrxasî û şerê Pirdê li ser twîttera xwe peyamek kurt belav kir û got:

“Îro ne mîna duhî ye û sibê jî mîna îro nabe.”

Piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 û dagîrkirina Kerkûkê û beşek ji deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, hêzên Heşda Şeibî û Iraqê bi tank û çekên giran li devera Pirdê ya Hewlêrê êrişî Hewlêrê kirin lê hêzên Pêşmerge karîn wê êrişê bişkênin û mêrxasiyek mezin tomar bikin.

Top