• Friday, 06 February 2026
logo

Medyaya fermî ya YNKê: Serkirdeyekî Hevpeymaniya Niştimanî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin

Gulan Media October 20, 2020 Nûçe
Medyaya fermî ya YNKê: Serkirdeyekî Hevpeymaniya Niştimanî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin
Medyaya fermî ya YNKê ragihand, serkirdeyekî partiya Hevpemaniya Niştimanî, ku çend roj berê wenda bibû, ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Malper û rûpelên fermî yên YNKê îro ji zarê endamê encumena siyasî ya partiya Hevpeymaniya Niştimanî, Celal Ehmed ragihandin, berpirsê partiya Hevpeymaniya Niştimanî (partiya Berhem Salih ya berê) li devera Ranya, Mihemed Girtikî ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Heta niha nayê zanîn PKKê çima ew serkirdeyê partiya Hevpeymaniya Niştimanî revandiye. PKKê jî hîn li ser vê yekê tiştek negotiye.

Mihemed Girtikî, roja 15 vê mehê li nahiya Sengeser ya Ranya wenda bibû û ji wê demê ve heta niha nehatiye dîtin.

Beriya niha BasNewsê jî ragihandibû ku guman tê kirin Girtikî ji aliyê PKKê ve hatibe revandin.

Basnews
Top