• Sunday, 08 February 2026
logo

Merkel: Kurdên Êzdî di dilê min de ne

Gulan Media October 20, 2020 Nûçe
Merkel: Kurdên Êzdî di dilê min de ne
Rawêjkara Almanyayê dibêje, ji nêzîk ve pirsa Kurdên Êzdî dişopîne û Kurdên Êzdî di dilê wê de ne. Roja Duşemê 19ê Cotmeha 2020; li Almanya bi beşdariya Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel 12emîn Lûtkeya Entegrasyona Ligel Civakê bi rêya vîdeo-konferans hat sazkirin.

Di lûtkeyê de ku hejmareke zêde ya komele û rêxistinên gelên biyanî beşdar bûn, Serokê Komeleya Kurdên Almanyayê Mehmet Tanriverdî li ser navê Kurdên niştecihê wî welatî amaje bi pirsa civaka Kurdî da.

Mehmet Tanriverdî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Di lûtkeyê de behsa polîtîkayên hikûmeta Almanyayê yên derbarê entegrasyona penaberan de ligel civakê hat kirin. Min jî behsa pirsgirêkên Kurdên niştecihê Almanya û Kurdên Êzdî kir."

Mehmet Tanriverdî dibêje, Almanya bi serokatiya Merkel pêngavên baş avêtine di plana entegrasyonê de ku 15 sal berî niha destpê kiriye û li ser asta welatên Yekîtiya Ewropayê jî di wê mijarê de rola pêşeng dibîne.

Tanriverdî dibêje, di lûtkeyê de daxwaz ji Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel kiriye ku di siyaseta derve de derbarê rewşa Kurdan de rolekî aktîvtir bibîne û rexneyên zêdetir li wan welatan bigre ku penaberên Kurd dersînor dikin. Herwiha pêwîst e di qonaxa Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewropayê de hevkar be bo vegera Kurdên Êzdî bo warê xwe Şingalê. Tanriverdî got: "Min daxwaz ji Merkel kir ku hevkar be bo cîbicîhkirina wê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bo asayîkirina rewşa Şingalê."

Serokê Komeleya Kurdên Almanyayê da zanîn ku Merkel di lûtkeyê de gotiye: "Yek milyon û nîv Kurd li Almanyayê dijîn. Piştgiriyê li plana vegera Kurdên Êzdî dikim bo niştimanê dayîk. Kurdên Êzdî di dilê min de ne. Sibe (wate îro) Serokwezîrê Iraqê digihe Almanya, di civîna me de misoger behsa vê pirsê dikin."

Tanrikulu dibêje, di lûtkeyê de behsa koça neçarî ya xelkê ji Efrîn û Serê Kaniyê hatiye kirin û di vê derbarê ji Angela Merkel re gotiye: "Wek Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê bo vekişîna Tirkiyê ji herêma Efrîn û Serê Kaniyê rola xwe bibînin, daku xelk vegerin malên xwe. Berevajiya wê ew koçber di jêr çadiran de li kampan dijîn, rêyeke gelekî metirsîdar didin pêşiya xwe daku bighin Ewropayê."

Rudaw
Top