• Sunday, 08 February 2026
logo

NATO: Wê Tirkiye poşman bibe

Gulan Media October 19, 2020 Nûçe
NATO: Wê Tirkiye poşman bibe
beriya nha jî Amerîka gef li Tirkiyeyê kiribû.
Dibêje lazime Tirkiye dev ji S400 Rûsî berde.

Piştî ku çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku hikûmeta Tirkiyeyê sîstema berevanî ya mûşekiya S400 ya Rûsî cerbandiye û karwana cerbandinê vegeriyaye Enqereyê, NATO jî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya NATO de hatiye diyarkirin ku eger Tirkiye ew pergala han cerbandibe wê Tirkiye poşman bibe jiber ku ew sîstema han ne li gor sîstema berevanî ya NATO yê ye û lazime Tirkiye dev ji S400an berde.

Ji aliyeke din ve jî beriya niha wezareta berevanî ya Amerîkayê gotibû ku eger Tirkiye S400an bicerbîne wê rastî cezayên dijwar yên ewlekarî were.
Top