Pêşverû û El-Wehdê daxwaz dikin beşdarî di danûstandinên ENKS û PYNKê de bikin
Lihevkirinên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ber bi encamên erênî ve diçin û dan û standinên di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encumana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bêyî partiya Pêşverû û El-Wehdê berdewamin.
Herdu partiyên ku ne di nav diyalogê de ne, naxwazin tevlî koma PYNK û ENKSî bibin, nebeşdarbûna xwe di Lêvegerê de jî bi navê parvekirin û ne xizmeta gelê kurd bi nav dikin.
Endamê Polîtboruya Pêşverû, Hesen Cengo dibêje: “Piştî Hevalê Partî Serdana me kirin, me ji wan xwest ku ew rêjeya 20 ji % bibe cihê me ji bo dan û standinan, lê ew yek bicih nebû, em daxwaz ji aliyên garantor dikin ku ji Amerîkiyan û Fermandarê HSDê pêk tê, daku çareyekê bibînin û ev diyalog nebe cihê parvekirinê.”
Encumana Niştimanî kurdî helwesta xwe weku herdem nîşan dide, û ev diyalog di nava du aliyan dibînin û hewce nabînin ku xêza sêyem hebe, tenê bijarekê didin pêşiya wan partiyên ne di nav diyalokê.
Serokê Encûmana Xwecihî ya ENKSê Muhsin Tahir jî ragihand: “Me gavên baş avêtin û me Lêvegera Kurdî ya Bilind bi encam kir, em dibînin ku partiya El - Wehdê têkîliyên wê bi Rêveberiya Xweser re heye û ew dikare beşdarî koma PYNKê bibe, ji bo Pêşverû jî ew dikarin tevlî me bibin.”
PYD ku partiya sereke ya di nava PYNK de ye, beriya destpêka qonaxa duyem û sêyem ji dan û standinên kurdî, bijardeya xêza sêyem pêşkêş kir ku dê 20% ji lêvegerê nûnertiya wan partiyan be, lê bû cihê nakokiyan û ew ji bo ku diyalog berdewam be pêk nehat.
Berdevka PYDê, Sema Begdaş têkildarî vê mijarê ji Rûdawê re got: “Me got bila aliyê sêyem hebe, ne di nav ENKS e û Ne di nav PYNK e de be, lê biraderên ENKS e ew yek pesend nekirin, me jî ji bo diyalok birêve here me bi rêjeya 40 ji % ji bo her aliyekî erêkir û ji bo aliyên Dinê jî 10 ji % hat erê kir.”
Li Rojavayê Kurdistanê, Fransî, Amerîkî û HSD ji nêzî salekê ve fişarê li ser aliyên kurdî dikin, daku rêveberiyek hevbeş ava bikin, gefên Tirkiyê qels bikin û tevlî biryara siyasî ya Surî bibin.
Rudaw
