Mistefa Kazimî gihîşt Parîsê
Mistefa Kazimî roja Yekşemê 18ê Cotmeha 2020an geşta xwe ya ber bi Ewropayê ve destpê kir û ji Bexdayê ve ber bi Parîsê ve birê ket, ku yekemîn wêstgeha serdana wî ya bo Ewropayê ye.
Kazimî derengiya şeva Yekşemiyê gihîşt Parîsê û dê roja Duşemê li gel Serokê Fransayê Emmaneul Macron bicive.
Di wê geştê de, şandeke bilind a hikûmetê bi Serokwezîrê Iraqê re ne, ku ji hejmarek wezîr û serokên desteyên serbixwe pêk tê.
Mistefa Kazimî di çarçoveya vê geşta xwe de herwiha dê biçe Almanya û Berîtanyayê jî û biryar e li gel rayedarên wan welatan behsa pireke nû ya pêwendiyan û xurtkirina têkiliyên du alî bike.
Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Kazimî di civînên xwe yên li gel rayedarên hersê welatên ewropî de, dê behsa pêşhatên herî dawîn ên herêmî û navdewletî, bihêzkirina peywendiyan, bihêzkirina hevkariya hevbeş di navbera Iraqê û wan welatan de, di warên weke aborî, asayiş û tendirustiyê de bike.
Kazimî dê roja Sêşemê li Almanya li gel Şêwirmenda wî welatî Angela Merkel bicive.
Rudaw
