• Sunday, 08 February 2026
logo

Mistefa Kazimî gihîşt Parîsê

Gulan Media October 19, 2020 Nûçe
Mistefa Kazimî gihîşt Parîsê
Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî geşta xwe ya bo Ewrûpayê ji Fransayê ve destpê kir û îşev gihîşt Parîs a paytexta wî welatî. Ew dê li Parîsê li gel Serokê Fransayê, Emmanuel Macron bicive û piştre dê serdana xwe bo welatên din berdewam bike.

Mistefa Kazimî roja Yekşemê 18ê Cotmeha 2020an geşta xwe ya ber bi Ewropayê ve destpê kir û ji Bexdayê ve ber bi Parîsê ve birê ket, ku yekemîn wêstgeha serdana wî ya bo Ewropayê ye.

Kazimî derengiya şeva Yekşemiyê gihîşt Parîsê û dê roja Duşemê li gel Serokê Fransayê Emmaneul Macron bicive.

Di wê geştê de, şandeke bilind a hikûmetê bi Serokwezîrê Iraqê re ne, ku ji hejmarek wezîr û serokên desteyên serbixwe pêk tê.

Mistefa Kazimî di çarçoveya vê geşta xwe de herwiha dê biçe Almanya û Berîtanyayê jî û biryar e li gel rayedarên wan welatan behsa pireke nû ya pêwendiyan û xurtkirina têkiliyên du alî bike.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê, Kazimî di civînên xwe yên li gel rayedarên hersê welatên ewropî de, dê behsa pêşhatên herî dawîn ên herêmî û navdewletî, bihêzkirina peywendiyan, bihêzkirina hevkariya hevbeş di navbera Iraqê û wan welatan de, di warên weke aborî, asayiş û tendirustiyê de bike.

Kazimî dê roja Sêşemê li Almanya li gel Şêwirmenda wî welatî Angela Merkel bicive.

Rudaw
Top