• Saturday, 07 February 2026
logo

Welatiyekî Şingalî: PKKê keça min ya 17 salî revand û bir

Gulan Media October 19, 2020 Nûçe
Welatiyekî Şingalî: PKKê keça min ya 17 salî revand û bir
di sala 2015an de revandiye.
Welatiyekî xelkê Şingalê dibêje, 5 sal berê keça min ya 17 salî ji aliyê PKKê ve hat revandin, heta niha jî venegeriyaye.

Welatiyekî xelkê Şingalê bi navê Îbrahîm Bedel ji BasNewsê re got, keçeka min bi navê Nesîme, Cotmeha sala 2015 ji aliyê PKKê ve hat revandin. Heta niha jî em nizanin çi hatiye serê û li ku ye.

Îbrahîm Bedel her wiha got, em gelekî li keça xwe geriyan lê me ti agahiyek li ser wê bi dest nexist.

Wî kurdê êzîdî anî ziman ku mêjî û hizra keça wî ji aliyê PKKê ve hatiye guhertin û nahêlin ew here keça xwe jî bibîne.
Top