Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser wê rûdanê peyamek belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir
Şeva borî li devera Ferhaniye ya bajarokê Beled li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê, 8 kesên sivîl ji aliyê terorîstan ve hatin komkujkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser wê rûdanê peyamek belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên pêwendîdar yên hikûmeta Iraqê jî kir ew terorîstên ku ew êriş kirine, bibînin û teslîmî dadgehê bikin da ku bên sizadan.
Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin jî ku hemû hêz û alî divê piştevaniya hikûmetê bikin bo nehîştina gef û êrişên wiha li ser welatiyan.
Basnews
