Ji ber êrîşa li ser baregaha PDKê li Bexdayê berpirsekî serbazî ji kar hat dûrxistin
Biryarderê Komîteya Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlemena Îraqê Nasir Herkî ji K24an re ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêza Parastina Yasayê Lîwa Cewad Deracî ji postê xwe hat dûrxistin, ji ber ku nikariye baregeha Liqa 5 a PDKê li Bexdayê biparêze.
Şewitandina baregeha Liqa 5 a PDKê li Bexdayê û şewitandin û bêrêziya li ala Kurdistanê, gelek karvedanên navxweyî û derveyî li pişt xwe anîn. Di pêwendiyeke telefonî de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir, rêkarên yasayî li hember êrîşkerên wê tawanê bêne girtin.
