Serokwezîrê Iraqê: Hin tometbarên êrîşa ser baregeha PDKê hatin desteserkirin
Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê twitterê, têkildarî bûyera îro ya li Bexdayê ya êrîşkirina ser baregeha PDKê peyamek bi herdu zimanên Kurdî û Erebî belav kir.
Kazimî di destpêka peyama xwe de dibêje, “vegera bo pevçûnên tayifî nîne, yan bi dijminkirina ji birayan ji bo amrazên siyasî û em ev qonax bi hev re derbas kir.”
Serokwezîrê Iraqê di peyama xwe de amaje bi herdu êrîşên li Beled û Bexdayê dike û dibêje: “Tawana li Beledê redkirî ye, herwiha destdirêjiya li ser baregeha PDKê. Em li dijî destdirêjiyên li ser Iraqiyan radiwestin, me hinek kes desteser kirine ku dest têde hebûn, em li pey ewên din in jî.”
Her îro di civîna Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimaniya Iraqê de ku li Bexdayê bi serokatiya Mistefa Kazimî hat lidarxistin û du demjimêran dom kir, êrîşa ser baregeha PDKê hat şermezarkirin.
Li gor daxuyaniya piştî civînê, Serokwezîr Mistefa Kazimî biryar daye derbarê bûyera êrîşkirin û şewitandina baregeha PDKê lêkolîn bê destpêkirin û Rawêjkarê Asayişa Niştimaniya Iraqê jî serpireştiya lêkolînê bike.
Îro Şemî 17ê Cotmeha 2020, hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîşî avahiya Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û şewitandin. Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind dikin, li ser vê bûyerê gelek karvedan çê bûn.
Piştî şewitandina baregeha PDKê û Ala Kurdistanê, berpirsên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda, bi tundî bûyerên îro yên li Bexdayê şermezar kirin û ragihandin, ku divê di demeke herî nêzîk de saziyên peywendîdar ên Iraqê derbarê bûyerê de lêkolînê bikin û lêpirsînê li gel êrîşakaran bikin û bikerên êrîşê ceza bikin.
Rudaw
