Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê şewitandina baregeha PDKê li Bexdayê şermezar dike
Ajansa nûçeyan a Iraqê belav kir, Encûmena Asayişa Niştîmanî bi serpiriştiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyeke awarta girê da û bi tundî êrişa ser bagergaha liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê şermezar kir.
Diyar kir jî, Encûmena Asayişa Niştimanî biryar da, bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî dest bi lêkolînê di wê êrîşê bike, rola hêzên ewlehiyê di parastina bargehê de û dûvçûnê li dû tawanbaran de bike. Diyar kir jî, 15 bergûman hatine destserkirin.
Encûmena Asayişa Niştîmanî ev destdirêjî şermezar kir û tekez kir, dê rêkarên pêwîst li dijî her kesê bixwaze heybeta dewletê û serweriya yasayê bişikîne, bêne girtin.
Herwiha bang li hemû aliyên siyasî kir, riyên diyalog û kenalên siyasî pirsgirêkan çareser bikin.
