Alîgirên Heşda Şeibî li Bexdayê avahiya PDKê şewitandin
Endam û alîgirên Heşda Şebî îro êrîşî baregeha Liqa 5an a PDKê li Bexdayê kirin û ew baregeh şewitandin.
Berpirsê Liqê 5an a PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed Teha ji Rûdawê re ragihand ku ji doh ve hêzên ewlekariyê yên Iraqê li pêşiya avahiya wan rawestiya ne û qaşo tedbîrên ewlekariyê wergirtine da ku ti êrîşek ji aliyê xwepêşanderan ve neyê kirin.
Şiwan Mihemed Teha dibêje ligel hatina xwepêşanderan bo pêşiya baregeha liqa 5an a PDKê, hêzên ewlekariyê rûbirûyê wan nebû ne û hiştine ku derbasî nava wê baregehê bibin.
Teha got: Ew xwepêşander axaftinên endamekî polîtbûroya PDKê di derbarê Heşda Şebî de weke hecet nîşan didin û lê vê xwepêşandanê bi awayekî fermî li ser navê ti aliyekê nakin.”
Ew berpirsê Liqa 5an a PDKê li Bexdayê dibêje, hêzên ewlekariyê yên Iraqê tenê li xwepêşanderan dinêrin û ti hewlekê nadin ku xwepêşanderan belav bikin.
Şiwan Mihemed Teha dibêje jî, ev du roj e aliyên peywendîdar ên Iraqê hatine agahdarkirin ku dê hewlekî wiha bê dayîn, lewra weke endam û kadroyên PDKê ew li nava wê baregehê nemane, lê ziyanekî mezin gihîştiye baregeha wan.
Rudaw
