• Friday, 06 February 2026
logo

"Heşda Şe'bî û PKK li Şingalê li ber pêkanîna îdareyeke nû asteng in"

Gulan Media October 17, 2020 Nûçe
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Heşda Şe'bî sê sal in îdareyeke nerewa li Şingalê danîne.

Rêberê Nahiya Sinûnê Nayif Seydo li ser vê mijarê diyar kir ku îdareya PKK û Heşda Şe'bî li ber gihandina xizmetguzarî û pêkanîna aramiyê li wê deverê, asteng in.

Nayif Seydo diyar kir ku divê ew hêzên li Şingalê ne, rêz li daxwaz û biryara xelkê Şingalê bigrin û li ber diyarkirina îdareyeke nû ji bo gihandina xizmetguzariyan bo xelkê deverê, nebin asteng.

Ev di demekê de ye ku rewşa jiyana awareyên Şingalê li nav kampan dijwar e û dixwazin vegerin cih û warê xwe, ku çend sal in ji ber êrîşên DAIŞê derbeder bûne.

Tevî ku bi sedan xaniyên welatiyan li Şingal û derdora wê hilweşiyane, asayîş û aramî li devera wan tine ye. Ji aliyê din ve jî hebûna hêzên cuda cuda û milmilaniya siyasî ya li wê deverê, astengî xistiye ber welatiyan û heta niha ji ber wan aloziyan, tenê %20ê xelkê Şingalê vegeriyane ser mal û milkên xwe.

K24
Top