• Saturday, 07 February 2026
logo

Ji Serokê Hikûmeta Kurdistanê peyama Roja Cîhanî ya Xurekan

Gulan Media October 17, 2020 Nûçe
Ji Serokê Hikûmeta Kurdistanê peyama Roja Cîhanî ya Xurekan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sebaret bi Roja Cîhanî ya Xurekan (xwarinê) li ser Twitterê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe dibêje, "Em pabend in ku cûrbecûrkirina aboriya Kurdistanê dê berdewam bikin. Piştevaniya cotkarên me jî di nav de."

Serokê Hikûmetê derheqê handanê (teşwîqkirinê) de jî got, "Di sala borî de me 400,000 nebat - di ser de piştgiriya aborî - li hilberînerên herêmê belav kir û handana wan de em berdewam in."

Roja Cîhanî ya Xurekan rojek navneteweyî ye ku her sal li seranserê cîhanê di 16'yê Cotmehê tê pîrozkirin.

K24
Top