Îran bo Azerbaycanê: Eger ketina mûşekan dubare bibe em dê bêdeng nemînin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Seîd Xetîb Zade ragihand mixabin nûçeyên dilgiranker bi dirêjahiya îro hebûn, bi tu awayekê ev yek nayê qebûlkirin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dibêje: “Parastina ewlehiya welatiyên Îranî li navçeyên sînorî hêla sor e û eger bûyerên wiha dubare bibin Komara Îslamî bêhelwest namîne.”
Seîd Xetîb Zade herweha gotegota ku Îranê bi mûşekan bersiv daye û nav axa Azerbaycanê mûşekbaran kiriye, red kir.
Şerê Ermenîstan û Azerbaycanê ligel agirbesta bi navbijêniya Rûsyayê, ketiye hefteya sêyem, ji 27ê Îlonê ve, ji dema şer destpê kiriye, berpirsên Nagorno-Karabaxê dibêjin, 532 kes ji wan hatine kuştin, Azerbaycanê hejmara qurbaniyên leşkerî eşkere nekiriye, lê dibêje 42 kesên wan ên sivîl hatine kuştin.
Rudaw
