• Friday, 06 February 2026
logo

Yekemîn Kongreya Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê hat sazkirin

Gulan Media October 17, 2020 Nûçe
Yekemîn Kongreya Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê hat sazkirin
Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, kongreya xwe ya damezrîner bi diruşmeya “Bi yekitiya xwe em dê Efrîn û Serê Kaniyê rizgar bikin” li Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê saz kirin.

Li bajarê Amûdê di bin dirûşma rizgarkirina deverên Efrînê û Serê Kaniyê, Yekemîn Kongreya Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê Îro lidar ket, û tê de berpirsên Kurdên Êzdî û yên Rêveberiya Xweser û hin partiyên Kurdî beşdar bûn.

Di Yekemîn Kongireya Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê de, tekezî li ser reseniya deverên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê şer û krîzê du qatan rewşa 85 hezar Kurdên Êzidî di 10 salan borî de li bê ser û ber kir.

Koçberê Êzidî Mûtî Şêxo ji gundê Şekiriyê yê ser bi bajarê Serê Kaniyê ve ye û li gundê wan 22 malên Kurdên Êzidî hebûn, lê ji ber du êrişên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê li ser deverê hemû ji gundên xwe derketin û ew wê yekê weke fermanekê li ser xwe dibînin.

Koçberê Êzidî Mûtî Şêxo ku niha li Gundê Merkebê yê Amûdê dimîne ji Rûdwê re got: “Eniya Elnûsra êrîşî gundê Êzidiyan kir û 2 Êzidî kuştin. Malê wan talan kirin, berê 150 malên me li Serê Kaniyê hebû, lê ew reviyan. Koçberî çêbû û xelk ji tirsa derketin, di sala 2019an de jî dîsa êrîş kirin û yên mayî jî derketin.”

Îro li Amûdê Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn saz kir, rewşa Kurdên Êzidî yên mane li Rojavayê Kurdistanê û tevlîbûna wan di nava sîstema Rêveberiya Xweser de gotubêj kirin, herwiha komîteyên xwe ji 4 malên Êzidiyan avakirin daku pirsgirêkên wan xelka çareser bibin û hemahengiya xwe bi Kurdên Êzidî yên li derve xurt bikin.

Hevseroka Mala Êzidiyan li Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm jî got: “Mixabin em Êzîdî wek ol û netew hertim êşê dibînin, me dît ku pêwîste Êzîdiyên li deverê mane yekîtiya xwe ava bikin, herwiha me xwest bi çend komelgeh û saziyên Êzidiyên li derve yekîtiya xwe avabikin, di bin dirûşma bi yekitiya xwe em dê Efrîn û Serê Kaniyê rizgar bikin.”

Endamê Mala Êzidiyên Cizîrê Îlyas Seydo jî got: “Beriya ku Tirkiye Efrînê dagir bikin 30 hezar Êzîdî hebûn, 20 gundên me li Efrînê hebûn, niha li Şehba nêzîkî 7 hezar Êzidî mane. Beşê din derketin derveyê welat. Li Serê Kaniyê jî 13 gundên me henû û bi sedan malbat hebû, lê hemû koçber bûn.”

Li Efrînê 46 gundên Kurdên Êzidî vala bûn, zêdeyî 19 mezargehên olî jî hatin binpêkirin, tenê 7400 Kurdên Êzidî li Şehbayê mane, li Serê Kaniyê jî gundên Êzidî valabûn û zêdeyî 3000 Kurdên Êzidî koçber bûn, 7200 Kurdên Êzidî li Herêma Cizîrê dijîn.

Rudaw
Top