• Saturday, 07 February 2026
logo

Tirkiye îro sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî diceribîne

Gulan Media October 16, 2020 Nûçe
Tirkiye îro sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî diceribîne
Tirkiye îro li parêzgeha Sînopê ya li beravên Deryaya Reş, bo cara yekemîn sîstema mûşekî ya rûsî ya S-400 a berevaniya esmanî diceribîne. Artêşa Tirkiyê jî li sînorê Sînopê NAVTEX ragihandiye.

Li gor agahiyên ku ajansa Reutersê belav kiriye, ceribandina sîstema mûşekî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve dê bo dema 6 demjimêran dom bike û dê hişyariya sîstemê li hember firokeyên cengî yên biyanî û herwiha ji bo betalkirin û têkbirina mûşekan bihê ceribandin.

Tirkiyê ji bo destpêkirina ceribandina sîstema mûşekî ya S-400, li sînorê parêzgeha Sînopê û li beravên Deryaya Reş, NAVTEV ragihandiye. Ev agahdarkirin û ragihandina NAVTEXê ji bo Înê û Şemiyê 16 û 17ê vê mehê hatiye diyarkirin û Tirkiyê welatên navçeyê agahdar kirine, ku nêzîk beravên Sînopê, ji ber ku li vê derê tevgerên serbazî hene.

Tirkiyê di sala 2017an de girêbestek bi buhayê zêdetir ji 2.5 milyar dolar bo kirîna sîstema mûşekî ya S-400 li gel Rûsyayê îmze kiribû. Lê biryar e îro yekemîn ceribandin li ser vê sîstema mûşekî ya Rûsî li nav axa Tirkiyê destpê bike.

Amerîka û Yekîtiya Ewropa û NATO ji kirîna sîstema rûsî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve, nerazî ne û rijdbûna Enqerê li ser kirîna wê sîstemê û wergirtina wê ji Rûsyayê, nakokiyên navbera Amerîka, Yekîtiya Ewropa û NATOyê li gel Tirkiyê zêde kir. Waşingtonê rijd e li ser helwesta xwe û dibêje, divê Tirkiye dest ji kirîn û bikaranîna sîstemên mûşekî yên Rûsî berde, di demekê de ku hevpeymanekî NATOyê ye.

Amerîkayê herwiha çend caran hişyarî daye Enqerê, ku mijara S-400an dê têkiliyên herdu aliyan xirabtir bike, eger Tirkiye li ser siyaseta xwe û guhnedana bi krîterên NATOyê berdewam be.

Her ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, Amerîkayê weke bertek û cezayekê hevbeşiya Tirkiyê di projeya berhemanîna firokeya modern a F-35 daye rawestandin.

Rudaw
Top