• Friday, 06 February 2026
logo

Emîna Omer: Divê xelkê Kampa Holê tevlî civakê bibin

Gulan Media October 16, 2020 Nûçe
Emîna Omer: Divê xelkê Kampa Holê tevlî civakê bibin
Rêveberiya Xweser biryar daye, ku malbatên Sûrî yên koçber ji nav Kampa Holê bêne derxistin, û li navçeyên wan bêne vegerandin. Derketina ji nav kampê, dê li ser daxwaza malbatan be, wate kes nayê neçarkirin ku ji kampê bê derxistin.

Ji koma 64619 kesan di nav kampa Holê de, hejmarek xelkê Dêrezorê ji nav kampa navborî bar dikin. Ev prosesa derxistin li ser biryara Rêveberiya Xweser bi rê ve diçe ku roja Duşemê, 12yê cotmehê, 73 malbat ku ji 289 kesan pêk dihatin ji kampê hatin derxistin û bi şopandina Encûmena Sivîl a Dêrezorê ji bo wê parêzgehê hatin veguhestin. Ev karwan 27 emîn karwane ku ji nav kampê tê derxistin.

Derbarê prosesa derxistina malbatan ji Kampa Holê, Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer ji Rûdawê re amaje bi wê yekê kir ku di vê xelkê Kampa Holê yên Sûrî tevlî civakê bibin û wiha pê de çû: “Di çarçoveya lêborîna giştî 631 zindanî têne derxistin. Herwiha dosyayên 253 kesên din jî vekirî dimîne heya ku bigehêjin nîvê hukimê xwe. Kengê wan cezayê xwe kirin nîv dê derbikevin. Niha 25 hezar xelkên Sûrî li Kampa Holê hene. Biryar e ew bêne derxistin, her tim serok eşîrên herêmê jî ev daxwaz ji me dikirin. Ew dibêjin em dê garentiyê bidin ku ew vegerin jiyaneke asayî û ti xeteriyên wan li ser kesê nebin. Li ser vî esasî kesên bixwazin dikarin navê xwe ji bo derketina ji kampê tomar bike.”

Li gor amarên ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo Hemahengiya Karûbarên Mirovî (OCHA), ji 4ê Cotmehê ve, 64619 kes di nav kampa Holê de ne,

Ji wan %48 Iraqî ne ku dikin 30824 kes, %37 Sûrî ne ku dikin 24325 kes, %15 welatiyên Welatên din in ku dikin 9462 kes. herî dawî, nêzî 1000 kesî hatiye derxistin ku piraniya wan Sûrî ne, herwiha 18 zarokên ku hilgirên regeznameya welatên biyanî ji bo welatan wan hatine radestkirin, di nav de welatên Keneda, Rûsya û Amerîka ne.

Roja 10 Cotmehê, Rêveberiya Xweser, biryar daye ku malbatên Sûrî yên koçber û di nav kampa Holê de dimînin ji kampê bên derxistin û li navçeyên wan bên vegerandin, piştî ku rêkarên pêwîst li rênimayên karpêker pêk bînin.

Rudaw
Top