• Saturday, 07 February 2026
logo

Demirtaş: Erdogan gelek ji min ditirse

Gulan Media October 16, 2020 Nûçe
Demirtaş: Erdogan gelek ji min ditirse
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ji zindanê ve ragihand, ji ber ku Erdogan ji wî ditirse, ew li zindanê girtî hiştiye.

Hevserokê berê yê HDPê di çarçoveya bersivdana pirsên malpera T24 a Tirkiyê de, behsa siyaseta desthilata Tirkiyê kir û bal kişand ser guvaşên ku li ser partiya wî têne kirin.

Demrtaş têkildarî mana xwe di zindanê de û yekalînebûna dosyeyên derbarê xwe de diyar kir, ew di zindanê de ne girtî ye, lê dîlê siyasî ye. Demirtaş got: “Ez ne desteserkirî me, lê dîlekî siyasî me. Tekez dizanim ku Erdogan gelek ji min ditrise û xwe li min dide alî. Her ew yek jî sedem e ku min li vir dihêle. Lê ez û ewên weke min in, di çarçoveya dîwar de cihê me teng nabe, ku Erdogan vê yekê fêm nake. Çimku em zilamê ti kesî nînin, tenê zaorkê gel in. Ev gel jî ti carî zarokên xwe ji bîr nekiriye û ji bîr nake.”

Di beşeke din a gotinên xwe de, Demirtaş gotiye: “Em hesaba vê yekê jî nakin ka em dê kengê ji vir derkevin. Em piştrast in jî ku em dê serkevin. Ev ne em in ku hesaban dikin, lê hin kes hene hesaban dikin ka çend rojên wan di desthilatê de mane.”

Di derbarê guvaşên li ser HDPê de, Selahttin Demirtaş amaje bi wê yekê kir ku ji Nîsana 2019an ve operasyonên li dijî HDPê bê rawestan berdewam bûne û ji wê demê ve zêdetirî 20 hezar HDPyî hatine desteserkirin yan ew xistine di zindanê de. Demirtaş dibêje, “herî bêtir ew endamên me ku naskirî ne dibin rojeva Tirkiyê, eger na heftane bi dehan kes ji endamên me tên desteserkirin.”

Hevserokê berê yê HDPê li ser girtinên wê dawiyê yên endamên HDPê ku di çarçoveya dosyeya Kobanî de hatine girtin, jî axiviye û ragihandiye: “Desthilat dixwaze bi çêkirina zincîre-tometên derbarê bûyerên Kobanî yên sala 2014, HDPê birûxîne. Em dikarin tevahiya bûyeran zelal bikin û hûrgiliyan derxin pêş. Lê desthilat bêtir dixwaze bi tometbarkirina HDPê bi berekê çend armancan pêk bîne. Lê em xebat û berevaniyê dikin. Ji ber wê ye jî ew sernakevin di vê pêngava xwe de, ti carî sernakevin.”

Têkildarî hewlên ji bo daxistina HDPê de jî, Demirtaş gotiye: “Ew nikarin vê yekê bînin xeyala xwe jî, çimku HDP dubare bi hêzeke wisa vedigere meydanê ku tekane zirarmend ew bi xwe dibin. Ew wisa dizanin bi rehînekirina me, dibe sedema jinavçûna HDPê, di demekê de ku encamên hilbijartinên herî dawî yên şaredariyan li ber çavan e.”

Rudaw
Top