Rêveberiya Xweser: 107 kes bi Coronayê ketin û 2 kes jî mirin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amarên 24 demjimêrên bihorî yên Coronayê belav kir.
Li gor Desteya Tendirustiyê, di nava 24 demjimêrên bihorî de, 2 kes ji nexweşên Coronayê canê xwe ji dest dane û 107 kes jî bi vê vîrusê ketine.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tendirustiyê da zanîn, kesên ku canê xwe ji dest dane zilam in û yek ji Hesekê û yek jî ji Dêrikê bûye.
Ciwan Mistefa diyar jî kir ku ji 107 kesên tûşbûyî, 58 mêr û 49 jin in, ku 21 kes li Hesekê, 23 kes li Qamişlo, 29 kes li Dêrik, 11 kes li Girkê Legê, 2 kes li Rimêlan, 3 kes li Çil Axa, 2 kes li Tirbespî, 5 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, kesek li Ti Temir, kesek li Kampa Holê, 4 kes li Dêrezorê û 3 kes jî li Reqayê ne.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser herwiha destnîşan kiriye, ku ji duh ve heta îro 11 pêketiyên Coronayê baş bûne.
Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine, bo 2,739 kesan zêde bûye, ku 90 kesan canê xwe ji dest dane û 620 kes jî heta niha baş bûne.
Rudaw
