Wezîrê Derve yê Yûnanê nekarî serdana Hewlêrê bike
Wezîrê derve yê Yûnanê, Nîkos Dindiyas duhî serdana Bexdayê kir û bi berpirsên Iraqî re hevdîtin kir.
Hat gotin ku wezîrê derve yê Yûnanê dê serdana Hewlêrê jî bike lê danê êvarê telefona berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî kir û ragihand, ji ber arîşeyeka teknîkî di firokeyê de wî nekariye serdana Hewlêrê bike.
Nîkos Dindiyas her wiha hêviya welatê xwe bo pêşxistina pêwendiyên du alî û bilindkirina asta pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re anî ziman û da zanîn, dê di firsendeka din de serdana Hewlêrê bike.
Sefîn Dizeyî jî spasiya wezîrê derve yê Yûnanê kir û got, mixabin we nekarî serdana xwe ya Hewlêrê bicîh bînin.
Dizeyî anî ziman ku Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêwendiyên dostane bi Yûnanê re û got, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe di warên dîplomatîk û kulturî de û gelek warên din de bi Yûnanê re pêş bixîne.
Basnews
