• Friday, 06 February 2026
logo

40 gundên sînorê Sergeran di bin metirsiya ereb kirin û dagirkirinê de ne

Gulan Media October 15, 2020 Nûçe
40 gundên sînorê Sergeran di bin metirsiya ereb kirin û dagirkirinê de ne
Rêveberê nahyeya Sergeran a ser bi qeza Dûbiz a sînorê parêzgeha Kerkûkê ragehand, 40 gundên kurdan ên ser bi Sergeran di bin metirsiya ereb kirin û dagirkirina erdên wan heye û dibêje erebên tên anîn duh avêtine ser gundê Pelkane û ew çekdarên Heşdî Şeibîbûn û çek li gel wan hebûn.

Rêveberê rewa yê nahyeya Sergeran Luqman Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh careke din erebên hawirde ango hatine anîn avêtin ser gundê Pelkane û xwestin erdên xelkê gundê Pelkane û parçeyek erdê din ê kiştûkaliyê jî li gundê Şinaxê xwestin dagir bikin. Hatibûn du erdên gundê Pelkane dagir bikin. Rojek berê jî bi heman armancî hatibûn, ji ber wê ev tişte dê berdewam be û dibe ku sibe careke din ew erebane bo heman armancê bên. Ew ji aliyê parêzgerê sepandî yê Kerkûkê ve piştevanî li wan tê kirin. Lê duh cotkarên kurd li dij wan rawestan û di navbera erebên hawirde û xelkê gund de pevçûn derket.’’

Luqman Husên got: ‘’Ew erebane çekdarên Heşdî Şeibî ne û çek li gel wan hebûye û ev rewşê çareser nake dê rewş ji dest derkeve.’’

Herwaha got: ‘’Em li sînorê Sergeran xwedî 42 gundan in. 40 gund kurd in. tenê 2 gund yê erebane, hemû gundên din ên kurdanin. Gef û metirsiya ereb kirina wan û dagirkirina erd li ser wan her 40 gundan heye.’’

Basnews
Top