“Baskekî PKKê ji Kurdistanê re bûye pirsgirêk”
PKKê giraniya xwe ya partîtî û leşkerî xistiye ser Herêma Kurdistanê. Ew jî di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê, herêmeke azadkirî ye û xwedî sazî û dezgehên fermî ye û ji aliyê civaka navdewletî ve mikur lê hatiye kirin.
Çavdêrê siyasî Medhet Silêman ji K24ê re got: “Baskê netewperestan ê PKKê miyanrew e. Lê baskê wê yê çepgiran ku piraniya wî Elewî, Ermenî û çepgirên Tirk in, bûye pirsgirêk li ser pirsa Kurdî ya rewa li bakurê Kurdistanê. Di heman demê de jî, li ser Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî bûye bela.”
Wî çavdêrê siyasî got jî: “Tiştê ku PKK dike, anîna artêşa Tirkiyê nava başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Meydana xebata PKKê li bakurê Kurdistanê, bila biçin wir rizgar bikin.”
Bi sedema hebûna PKK li çiya û navçeyên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye û wan navçeyan bombebaran dike. Ewê dibe qurbanî jî, xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê ye.”
Çavdêriyê siyasî Weidî Mizûrî dibêje: “Her kesek bi dadwerî li PKKê binêre, dizane ku PKK ji bilî ziyanê, tiştek negihandiye netewa Kurd û Kurdistanê.”
Piştî rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê di navbera Herêma Kurdistanê Bexdayê de, PKK bi aşkere nerazîbûna xwe ji wê rêkeftinê derbirî, ji ber ku baregehên wê li Şingalê, yek ji xalên rêkeftinê jî ew e, derxistina hêzên biyanî ji Şingalê û îdareya Şingalê bikeve destê xelkê wê ye.”
K24
