• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokomarê Qerebaxê ji welatiyên xwe xwest ku li dijî Azerbaycanê çekan hilgirin

Gulan Media October 15, 2020 Nûçe
Serokomarê Qerebaxê ji welatiyên xwe xwest ku li dijî Azerbaycanê çekan hilgirin
Serokomarê Qerebaxê Arayik Harutyunyan ku Ermenistan piştevaniya wî dike û weke welatekî serbixwe qebûl dike, ji welatiyên Qerebaxê yên li derveyî welat daxwaz dike ku vegerin welatê xwe û li dijî Azerbaycanê çek hilgirin.

Arayik Harutyunyan di peyamekê de ji welatên xwe yên li derveyî Qerebaxê re dibêje: “Welatê we niha ji her deman zêdetir, pêwîstiya wî bi berevaniyê heye.. Ti mafekî we yê exlaqî bicîhiştina welatê we û gorên bavên we û siberoja zarokên we tine ye bêyî parastina wan.”

Ji welatên xwe yên li derveyî Qerebaxê ku şiyana wan a hilgirtina çekan heye daxwaz kir ku bilez vegerin Qerebaxê û têkevin şer û got: “Niha derfeteke bêwêne hatiye pêşiya me ji bo bidestxistina mafên dewleteke azad û serbixwe û me baceke mezin ji bo vê yekê daye. Ev şerê me yê dawî ye û heqê me tine ye ku em jê birevin, reva ji şer jî, nepakî ye.”

Daxwaza Serokomarê Qerebaxê di demekê de ye ku tevî ragihandina agirbestê li deverên nakokî, şer di navbera hêzên Qerebaxê û Azerbaycabê de berdewam e.

K24
Top