AAyê canjidestana fermandeyekî pilebilind ê PKKê ragihand
Li gor nûçeya Anadolu Ajansê, Fuat Zengîn ê bi nasnavê “Serhed Patnos" ku yek ji berpirsê astbilind ê baskê çekdarî yê PKKê li Şingalê ye, di operasyoneke hevbeş a MÎT û artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest da.
AAyê ragihand ku maweyeke dirêj bû MÎTê Serhed Patnos dişopand û îdia dike ku bi serpereştiya wî çekd bo Şingalê dihatin veguhestin û amadekariya êrîşa li dijî Tirkiyeyê dikir.
Piştî vê agahiyê Fuat Zengîn berî çend rojekî di encama operasyona Artêşa Tirkiyeyê de hat berterefkirin.
Herwiha hate gotin ku Fuat Zengîn sala 1993yan beşdarî refên PKKê bûye û plankarê gelek çalakiyên rêxistinê bûye.
Heta niha PKKê derbarê canjidestana Fuat Zengîn de ti daxuyaniyek belav nekiriye.
Roja 11î Cotmeha 2020an PKKê aşkere kiribû, ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan ku demekê li Şingalê jî bû, tevî du gerîlayên din, roja 11ê Îlonê di êrîşeke Tirkiyê de li herêma Botanê jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
